Ew aqiliyeta ku dijmanîtya çand û zimanekî dike, aqilekî çawa ye? Ew kesên ku biryara qedexekirina nivîsa “Pêşî peya” didin, gelo dixwazin çi encamê bi dest bixin? Dijberiya stran û govendê ji ku derket? Me berê digot qey hêzên kolonyalîst dixwazin kurdan ji xwe re kedî bikin. Lê wisa xuya dike ku xwedanên vî aqilê nû (!) dixwazin giyanê kurdan ji binî ve tune bikin. Ev aqil dê wan bigihîne ku derê ez bi xwe nizanim, lê tiştê ez dizanin kurd dev ji çi berdin jî, dev ji stran û govenda xwe bernadin. Ev kirin bi tenê di navbera civakan dijberî û dijminatiyê zêdetir dike û derfetên pêkvejiyanê ji holê radike. Lewma jî, li dijî van kirinan rawestan û liberxwedan peywira her mirovê/a birûmet e.
A rast mijara nivîsa min ne ev bû. Min dixwest hinek nîşeyên xwe yên ku min di komxebata 46an a“Ji bo Rastinivîsîn Ferhenga Kurdî-Tirkî” pêşkêşî we bikirina. Di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de ev çend sal in, em komxebatan li ser ferhenga navborî çêdikin, ew komxebat carinan rû bi rû, carinan jî li ser zoomê pêk tên. Armanca vê xebatê amadekirina ferhengeke varyartên peyvan e, ji nava wan varyantan yek wekî standart tê pêşniyarkirin. Li ser her peyvê gotûbêj û danûstandinên dûvedirêj têne kirin. Di nava van gotûbêjan de carinan tiştên balkêş derdikevin holê. Min jî hinek nîşe girtine, ez dixwazim wan pêşkêşî we bikim.
Bo nimûne der barê pirjiniyê de ev gotina pêşiyan balkêş e:
*Mêrê dujin çû ji bin. (Mêrê dujin dilê kun kun.)
Ne tenê ew li ser hejmara jî lihevanîneke wiha li Behdînan tê gotin:
Êk û du rabin zû
Sê û çar bû bihar
Pênc û şeş çenda xweş
Heft û heşt bû biheşt
Neh û deh sal û meh
Dema qala şîraniyan tê kirin, bi tenê çend şîraniyên mîna qedayif, beqlewe û hwd. têne bîra me. Yek jî şilikî heye ku îsotçiyan navê wê kiriye “şillik tatlısı”. Şilikî di rastiya xwe de ji nanê loş û dims çêdibe. Ji dims gelek şîraniyên din jî çêdibin, her wekî berfedims (berfemot). Me berê qala “cacir”ê kiribû, di ferhenga Yûsif Ziyaeddîn Paşayî de derbas dibû, li aliyê Culemêrgê navê şîraniyê “gûzebez” e. Ev şîranî ji kakilê gûzan û hingivî çêdibe.
Gotineke din a balkêş ku min wekî nîşe girtiye jî peyva “sereqûnî” ye. Ev peyv bi lêkerên xwe “sereqûnî bûn” û “sereqûnî kirin” şahidiya xizaniya kurdan dike. Berê ji ber ku cih deng û nivîn jî kêm bûn, hemû malbat di odeyekê de radiketin, zarok jî pirî caran sereqûnî di nav nivînekê de radizandin.
Di van gotûbêjan de ez têgihaştim ku peyva me ya “xurînî” ku li hinek herêman wekî nexrînî tê bilêvkirin, têkildarî peyva “nuxurî” anku nexrînî ye. Yek ji wan xwarina pêşîn e, ya duyemîn jî zaroka pêşîn e. Têkiliya wê bi “nixustîn”a farisî re jî heye. Zimanekî wiha qedîm û dewlemend, heke xwedanên wê bêbextiyê lê nekin, tu hêzên dagirker nikarin ji holê rakin.
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.